Kongreya Komciwan Swêd hat li darxistin

årsmöte4

Komciwan-Swêd, di roja 14.02.2016 an de Kongreya xwe ya salane pêk anî. Kongre ji alîye seroka Komciwanê, Hêlîn Aldur ve hat vekirin. Aldur bi xwêrhatina endaman kir û rojeva kongrê xwand. Dura organîzatorê Komciwan Swêd Şukrî Demir wek serokê dîwanê hat hilbijartin û kongrê birêvebir. Wek Sekretera Dîwanê Hêlîn Sönmez hat hilbijartin. Berî Aldur û Alî Ucar wek cavderên kongrê hatin hilbijartin.

Dura li gor rojevê kongrê rapora xebatê û ya aborî hatin pêşkeşkirin. Piştî xwendina raporan niqaş li ser çalakiyan hate kirin û her du rapor jî hatin rûsipîkirin.

 

 

årsmöte1Kongreya Komciwanê ji bo xebatên sala nû van biryarên wergirt:

Komciwan, ji bo karesetên kû li bakûre Kurdistan diqewime û bi giştî li dijî zulma dijmin li gelê Kurd, li ser navê Komciwanê bi şêwekyek hîn rêk û pêktir çalakiyan li dar bixe.

Hewildan bên kirin ku fêrgehek di spora boxê û taekwando bên destpêkirin.

Her komek Komciwan, di nav xwe de biryarek derxîne da ku xebatek civatî bi hevre bikin bo xurtkirina hevûdû naskirin.

Şevbihêrkên nîşandana fîlim, şevbihêrkên taybet ji bo endamên keçan û li ser dîrok û kultura Kurdî semîner bên sazkirin.

Xebata Komên folkloran, qursa tembûr, fêrgeha zimanê zikmakî û hêlîna zarokan ya Komciwanê bên dewam kirin. Her usa li gor pêwîstiyan, li ser babetên civakî û siyasî jî civîn û semîner bên amadekirin.

 

årsmöte5Kesên li jêr ji bo Komîteya Karger hatin hilbijartin

Hêlîn Aldur- Serok

Berî Aldur – Cîgire serok

Alî Ucar – Sekreter

Yaşar Bugurcu – Berpirsê aborî

Hêlîn Sönmez – Berpirsê karên navxwe

Vîyan Saganda, Berzan Muhemmad û Hevdem Yildiz wek cîgir hatin hilbijartin.

Wek revîsor, Kovan Amedî û Beyhun Şahîn hatin hilbijartin

Be the first to comment

Leave a Reply

Din e-post adress kommer inte att publiceras offentligt.


*