Komciwans kulturafton

Şevbihêrka Komciwan bi şahîyeke dewlemend hat li darxwistin
19 december 2010, Komciwan Swêd şevbihêrka xwe li paytextê Swêd, Stockholm li darxwist.

Komciwan Swêd ahengek din ya payîzê bo endam û kurdên rûneştvanê Stockholm li darxwist. Şevbihêrka yekşema 19 december 2010 ji ahengên pêş bi her alîyên xwe ji ahengên borî geştir û dewlementir bû. Pênc (5) komên folklorê, endamên Komciwan yê ku di xebatên komelê perwerda Taekwando distînen, Komek şanoyê û koma zarokan ya tembûrê hûner û zanistîyên xwe bo dê û bavan û mêvanên şevbihêrkê pêşkeş kirin.

Şevbihêrka Komciwan ji alîyê serokê komelê Ferhat Sönmez bi axaftinekê hate vekirin. Sönmez di gotare xwe de bal kişand li ser giringîya perwerda xebatên çand û kultura kurdî ji bo zarok û keç û xortên dîaspora. Sönmez herweya berdewam kir û got: ”xebatên Komciwan ku bingeha xwe çanda kurdîye, dibe sebeb ku nasnama ciwanên kurd li welatên wek Swêd bo pêşeroja wan û netewa kurd komplete bike.” Sönmez di berdewamîya gotara xwe de spasdarîya xwe bo mamostên xebatên Komciwan kir. Yek bi yek mamostên foklorê; Atîla Yavûz, Sorgul Çalîskan, Mîrza Karadûman Özbîngöl, Derya Özturk, Alpay Alp û Belma Piskîn spas kir. Herwisa mamostê tembûrê Yaşar, grandmasterê Taekwando Mr Rim û mamostê zimanê kurdî Xalûk Özturk spas kir. Sönmes destxweşî û spasîyek taybetî bo organîsatorê Komciwanê Sukrî Demîr jî kir.
 
Pêşkêşvanên şevbihêrkê Mîrza Karaduman Özbîngöl û Derya Özturk bûn, ku herdû him bi kurdî û him bi swêdî aheng birêve di birin. Ji Federasyona komelên Kurdistan li Swêd, birêz Cotîyar Sherîf di gotara xwe de destxweşîya Komciwan kir û daxaza serkeftinê bo xebatên wê ye pêşerojê kir. Herwisa birêz Kurda Kanat ji Yeketîya jinên Kurdistan keyfxweşîya xwe pêşkêş kir. Mêvanê rûmetê yê şevbihêrka Komciwanê îsal jî wek salên pêş, sîyasetmedar û nivîskar birêz Kemal Burkay bû. Bi dilgermî û serbilindî birêz Burkay destxweşî ji rêvebirîya Komciwan Swêd kir. Di şevbihêrka Komciwan Yeketîya xwendekar û akademîkên kurd û herwisa malpera nûceyan ya Beyan.net mêvan bûn. Satelîta Kurdistan TVê, ew roj ji serê sibehê hata talîya şevbihêrkê xebatên Komciwan û aheng şopandin kirin, da kû di nêzîk de, di Kurdistan TVê de bidin nîşandan.

Hunermendê şevbihêrka Komciwan, hunermend Yaşar bi stranên xwe yê gelerî hûnera xwe ya taybet aheng dewlementir kir û xort û keçên ahengê dîlanên cûr bi cûr girtin. Balkeşîya şevbihêrka Komciwan ya vê salê ew bû kû dîlanên ahengê ne tenê foklorên Bakûrê Kurdistanê dihatin lîstin, lê ji ber ku endamên Komciwan ji Başur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûne, xebat û perwerdêyên Komciwan jî hatîye guhertin. Di perwerdeyên Komciwanê iro dîlanên bajar û perceyên din yê Kurdistan cîyê xwe yê taybet heye. Ew cîyê şanazîyê ye.

Di şevbihêrka îsal û ji ber ku aheng nêzî serê salê bû, Kalê serê salê yê kurdî bi dîyarîan bû mêvanê zarokên bicûk. Zarokên ahengê bi şok û ecêbmayî hatina kalê serê salê meraq kirin û dor bi dor kalê Komciwan himbez kirin da ku kalik dîyarîyekê bide wan û serê sala wan pîroz bike.
 

Be the first to comment

Leave a Reply

Din e-post adress kommer inte att publiceras offentligt.


*